20/01/2026
#عربي
Daxuyanî ji bo Raya Giştî
Ji 6’ê Çileyê ve, komên çete yên girêdayî hikumeta Şamê ya demkî şerekî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin destpêkirin. Di çarçoveya vê şerî de, li dijî gelê me yê ku bi hemû hêza xwe li ber xwe dide, tawan û binpêkirinên herî giran û hov hatine kirin. Ev gelê me îro rûbirûyî şerekî qirkirinê ye.
Di pêşketineke din a xeternak de, komên çete dorpêçeke dijwar danîne ser bajarê Kobanê û gundewarên wê. Piştî ku van koman dest danîn ser Bendava Tişrînê, ava vexwarinê û elektrîk li ser bajarê Kobanê qut kirin. Her wiha, hemû rêyên ku Kobanê bi herêmên derdorê ve girê didin hatine girtin. Ev yek bûye sedem ku derbasbûna xurek, sotemenî û dermanan bi temamî bisekine, ku ev jî encamên xeternak bi xwe re tîne û rasterast jiyana rûniştvanên herêmê dixe bin metirsiyê.
Di demekê de ku em hişyariyê didin hikumetê ji ber berdewamkirina polîtîkaya şer û dorpêçkirina herêmê, em wê bi temamî berpirsiyarê encamên vê rewşê dibînin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan dikin ku zexteke herî giran li ser hikumetê bikin da ku şerê xwe rawestîne, dorpêça li ser Kobanê û gundewarên wê rake û rêyan ji bo derbasbûna pêdiviyên bingehîn veke. Lewre tiştê ku van komên çete dikin, tawana şer e û pêdivî bi destwerdaneke rasterast a navneteweyî heye.
Ji ber vê yekê, wekî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê, em radigihînin ku em ê li gel gelê xwe di çarçoveya seferberiya giştî û li gorî prensîba mafê parastina rewa berxwedana xwe bidomînin. Em ê hemû hewildanên xwe bidin da ku herêm û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Em ê li hemberî van polîtîkayên neexlaqî tu carî serî netewînin û teslim nebin. Em bang li hemû gelê xwe li her derê dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin heta ku ev şer were pûçkirin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê
20’ê Çileya 2026’an
بيان إلى الرأي العام
منذ السادس من كانون الثاني، تشن الفصائل المرتزقة التابعة لحكومة دمشق الانتقالية حرباً ضد مناطق شمال وشرق سوريا، وارتكبت في سياق هذه الحرب أفظع الجرائم والانتهاكات بحق أبناء شعبنا الذي يقاوم بكل ما أوتي من قوة في مواجهة حرب الإبادة التي يتعرض لها.
وفي تطور خطير آخر، فرضت الفصائل المرتزقة حصاراً خانقاً على مدينة كوباني وريفها. فبعد سيطرة الفصائل على سد تشرين، أقدمت على قطع المياه والكهرباء عن مدينة كوباني، بالإضافة إلى قطع جميع الطرق التي تصل كوباني بالمناطق المحيطة، ما أدى إلى توقف دخول المواد الغذائية والمحروقات بما فيها الأدوية إلى المنطقة بشكل كامل، ما ينذر بتبعات خطيرة ويهدد حياة السكان في المنطقة بشكل مباشر وخطير.
ففي الوقت الذي نحذر فيه الحكومة من استمرار سياسة الحرب والحصار تجاه المنطقة، فإننا نحملها المسؤولية كاملة عن نتائجها، وندعو المجتمع الدولي، المنظمات الإنسانية والحقوقية، لممارسة أقصى الضغوط على الحكومة، لإيقاف حربها، وفك الحصار عن مدينة كوباني وريفها وفتح الطرقات أمام دخول المواد الأساسية، لأن ما تقوم به الفصائل المرتزقة هو جريمة حرب متكاملة الأركان، ما يستدعي تدخلاً دوليا مباشراً.
ومن هنا، فإننا في الإدارة الذاتية الديمقراطية لمقاطعة الفرات، نؤكد أننا سنواصل المقاومة إلى جانب شعبنا في إطار النفير العام، ووفق مبدأ حق الدفاع المشروع عن النفس، وسنبذل كل الجهود لحماية المنطقة ومكتسبات الشعب، وأننا لن نرضخ ولن نستسلم في مواجهة هذه السياسات اللاأخلاقية، ونجدد الدعوة لعموم أبناء شعبنا في كل مكان لتصعيد النضال حتى إفشال هذه الحرب.
الإدارة الذاتية الديمقراطية في مقاطعة الفرات
20 كانون الثاني 2026