09/08/2024
Yekî li zikê yekî xist.
Mêrik zikê xwe girt û got:
-Ax pişta min!
Kesê lê xist şaş ma, pirsî:
-Ez li zikê te dixim, tu dibêjî, ax pişta min, çima?
Mêrik got:
-Kesek li pişta min hebana, te nikarîbû weha li zikê min bixista!