NO: 13 TAKSİM-BEYOĞLU/İSTANBUL TELEFON 00 (90) 212.237 10 61 00 (90) 530.821 00 62 [email protected] JI SENEDA WEQFÊ:
ARMANCA WEQFÊ Xal 3- Pêkanîna lêkolînên bi maf û azadyên bingehîn ve Pêvendar, di mijarên ziman, çand û dîroka Kurd de lêkolîn û lêgerîn kirin, çareser kirina gelemşeyên tenduristî û ji bo pêşxistina sporê bizav bi cî anîn. BIZAVÊN (FAALİYET) WEQFÊ
Xal 4- weqif ji bo pêkanîna van
armancê xwe:
a) Vekirina xwendegahên berî xwendina destpêkî û xwendegahên destpêkî yên nîvî, bilind û ser-lîsans û mîna vê di her gehînekê de saziyên perwerdî û fêrkariyê bi riya kirêkirin, nîvpar (şirîk) bûn, xebitandina wan. b) Bi serê xwe an digel sazî û sazîmendên ku arîkariya zanayî, dirav û malzeman bikin kurs, konferans, civîn, semîner, panel, sempozyum û civînên vekirî û rûxandinên zanistî, çandeyî, hunerî û perwerdeyî pêkanîn an jî beşdarbûna yên ji aliyê hinek din ve hatîn amade kirin. c) Vekirina Enstîtû, nêvendên lêgerîn û pêşvebirinê û sazûmanên mîna wan. Kirina xebatên ji her cureyên zanistî û akademîk. d) Di mijarên bi xebatên wê ve pêvendar de ji her texlîtan weşan kirin, karmendiya radyo û televîzyênê kirin, digel sazî û sazûmanên dı vî bergehî de dixebitin nîvkarî çêkirin, pevkarî pêkanîn, têkirinê de bûyîn. e) Digel sazî û sazûmanên bergehên weha de bizavê pêktînin pevkarî denîn, bi dirav an belaş perwerdeyî, hîndarî û bûrsên lêgerîn û pêxistinê dayîn. f) Di bergehên huner, zanistî û çandî de ji bo zarok û xorten jîr di mijara vê jîrbûniya wan de ji ber perwerdebûna wan li hundirê welat û derveyê welat pêkanîna derfetan. g) Piştevaniya hunermend, kesên zanist, lêgerînêr û yên xwediyê van xusûsîyetan ku dabaşên bizavî de xabatan dikin kirin, di van dabaşan depêbazî tenzîm kirin, xelat balav kirin. h) Tesîsên qonaxbûnê, şahîyê, vewestinê û ji bo bizavên civakî û çandî misaid û sazgehên tenduristîyê û sporê, huzûrxane, hêlînên zarokan, gundên ciwana, malên vehewandina jinan kirêkirin, avakirin, xebitandin û ji her cureyî bizavên tûrîzmê kirin. i) Di mijarên bergehê xwe ve pêvandar de çêkkirin û weşandina filmên kinmetraj û dirêj çêkirin, kasetên deng û dîtbariyê. j) Di babetên xebata xwe de berevkirina berhemên nivîstî û yênbên nivîtin, arşîvkirina wan û vekirina pirûkxanan. k) Di babetên zanistî de lêgerîn kirin û dankirin, ji bo parastina hêjayiyên û çandiyên derketîn holê muze vekirin. l) Arîkarî kirina felaketzadeyên jı cureyê afatên xwezayî, bûyerên civakî û ji herban zirar dîtîn.