02/07/2026
Daxuyaniyeke Helwestî Derbarê Girîngiya Parastina Avahîya Dîrokî ya Şaredariya Qamişloyê
Bi nêzîkbûna salvegera 100emîn a damezrandina bajarê Qamişlo / Qamişlî / Zalîn, di 20ê Tebaxa 2026 de, û di demekê de ku rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên çandî û civakî ji bo pîrozkirina vê bûyera dîrokî amadekariyê dikin, em bi baldarî dişopînin ragihandina ku ji aliyê Şaredariya Qamişloyê ve derketiye derbarê avahîya kevn a şaredariyê û tabloya danasînê ya sala 1935 de ye.
Em her hewldanek ku armanca wê parastina mîrata dîrokî û nîşaneyên kevneşopîya bajêr be, bi nirx dibînin. Lêbelê, parastina tenê tabloyekê an nivîsek dîrokî, bi girîngiya wê re jî, nikare cihê parastina avahîya dîrokî bixwe bigire; ji ber ku ew beşek ji bîrdanka avahîsaziyê û nasnameya dîtbarî ya bajarê Qamişlo ye.
Avahiya şaredariyê bi dehsalan yek ji nîşaneyên dîrokî yên girêdayî bi damezrandin û pêşketina bajêr bûye. Wekî Rawestgeha Til Zîwan, bazarên kevn, cihên olî û avahiyên din ên mîrata çandî, ew jî cihê pirrengîya çandî û dewlemendiya şaristaniya Qamişloyê nîşan dide.
Ji ber vê yekê, her projeya pêşvebirina bajarî an rêxistinkirina nû divê li ser bingeha parastin, xwedîkirin û nûvekirina van nîşaneyan bê avakirin, bêyî ku taybetmendiya wan a dîrokî were guhertin.
Ji ber vê yekê em bang li aliyên peywendîdar dikin ku:
Her gav an biryar ku dibe sedema rakirina avahîya kevn a şaredariyê an guhertina taybetmendiya wê ya dîrokî were rawestandin.
Pisporên mîrata avahîsazîyê, endezyar, dîrokzan, rêxistinên civaka sivîl û welatiyên bajêr di her biryara ku bi nîşaneyên dîrokî ve girêdayî ye de beşdar bikin.
Tomareke fermî ya avahî û nîşaneyên mîrata dîrokî ya Qamişlo were amadekirin û rêbazên yasayî ji bo parastina wan werin danîn.
Salvegera 100emîn a Qamişloyê derfeteke dîrokî ye ku em bi wê ve girêdana xwe bi bîrdanka bajêr û mîrata wê ya cihêreng nîşan bidin.
Morkirin:
PÊL – Pêlên Sivîl
Women Initiatives
Ta Merbûta
Hêz ji bo Piştgiriya Nexweşên Penceşêrê
Sazîya Jîyan ya Mafên Mirovan
Sûriyayiyên ji bo Rastî û Dadmendiyê
Rêxistina Artist ya Çand û Pêşvebirinê
Rêxistina Ronî Pêwend
Rêxistina Xewnên Biçûk ji bo Piştgirî û Hêzdarkirina Jinan
Tora Rêberên Aştiyê
Komeleya Jinan a Şawişka
Sazîya Xaça Suryanî
Sazîya Şar ji bo Pêşvebirinê
Komeleya Yekpar ya Çand û Hunerê
Rêxistina Roz ji bo Piştgirî û Hêzdarkirinê
Sazîya Aştî
Sazîya Hevkariya Mirovî û Geslşepêdanî (HDC)
Rêxistina Malva ya Huner û Çandê
Rêxistina Sara ya lidijî tundîya li ser Jinê
Rêxistina White Hope
Sazîya Smart ya geşepêdana civakî
بيان موقف حول ضرورة الحفاظ على مبنى بلدية قامشلو التاريخي
مع اقتراب الذكرى المئوية لتأسيس مدينة قامشلو / القامشلي/ زالين في 20 آب 2026، وفي الوقت الذي تستعد فيه مؤسسات المجتمع المدني والفعاليات الثقافية والاجتماعية لإحياء هذه المناسبة التاريخية، نتابع باهتمام الإعلان الصادر عن "بلدية قامشلو" بشأن مبنى البلدية القديم واللوحة التعريفية العائدة لعام 1935.
إننا نثمّن أي جهد يهدف إلى حماية المقتنيات التاريخية والرموز التراثية للمدينة، إلا أن الحفاظ على لوحة أو نقش تاريخي، على أهميته، لا يمكن أن يكون بديلاً عن الحفاظ على المبنى التاريخي نفسه بوصفه جزءاً من الذاكرة العمرانية والهوية البصرية لمدينة قامشلو.
لقد شكّل مبنى البلدية، على مدى عقود، أحد المعالم التاريخية المرتبطة بنشأة المدينة وتطورها، شأنه شأن محطة تل زيوان، والأسواق القديمة، ودور العبادة والمباني التراثية الأخرى التي تعكس تنوع قامشلو وغناها الثقافي والحضاري.
وعليه، فإن أي مشروع تطوير أو إعادة تنظيم عمراني ينبغي أن ينطلق من مبدأ حماية هذه المعالم وصونها وإعادة تأهيلها دون تغيير طابعها التاريخي.
وانطلاقاً من ذلك، ندعو الجهات المعنية إلى:
وقف أي إجراءات قد تؤدي إلى إزالة أو تغيير الطابع التاريخي لمبنى البلدية القديم.
إشراك المختصين في التراث العمراني والمهندسين والمؤرخين ومنظمات المجتمع المدني وأهالي المدينة في أي قرارات تتعلق بالمعالم التاريخية.
العمل على إعداد سجل رسمي للمعالم والمباني التراثية في قامشلو ووضع آليات قانونية لحمايتها.
إن مئوية قامشلو تمثل فرصة تاريخية لتأكيد التمسك بذاكرة المدينة وتراثها المتنوع.
الموقعون:
بيل - الأمواج المدنية
مبادرات نسائية
تاء مربوطة
هيز لمساندة مرضى السرطان
مؤسسة جيان لحقوق الانسان
سوريون من أجل الحقيقة والعدالة
منظمة Artist للثقاقة والتنمية
منظمة روني بيوند
منظمة أحلام صغيرة لدعم وتمكين المرأة
شبكة قائدات السلام
جمعية شاوشكا للمرأة
مؤسسة الصليب السرياني
مؤسسة شار للتنمية
جمعية Yekpar للثقافة والفن
منظمة روز للدعم والتمكين
مؤسسة آشتي
مؤسسة التعاون الإنساني والإنمائي - HDC
منظمة مالفا للفنون والثقافة
مؤسسة سارا لمناهضة العنف ضد المرأة
منظمة وايت هوب
مؤسسة سمارت للتنمية المجتمعية