Bêol û Atîzmên Kurd / kurds Atheist / الملحدون الكورد

  • Home
  • Iran
  • Kurdistan
  • Bêol û Atîzmên Kurd / kurds Atheist / الملحدون الكورد

Bêol û Atîzmên Kurd / kurds Atheist / الملحدون الكورد Em Bêol û Neyazdaniyên Kurd wek tevgereke ramanî armancên me evin:

Cara yekemîn e ku rûpelek bi navê Bêol û xwedênenasên Kurd tê sazkirin, gelek kurdên me hene ji zindana olan rizgarbûne, û hizir û ramanê dane pêşiya her olî û her tişteke navê wê xweda, lê ev hizir û ramana wan ya azad di bin desthilatdara olî de tim hatiye çewsandin, lewre hêviya me ew e ku ev rûpel û ev kom bibe çirûska yekemîn di reya zanîn û hizira azad de. Em şerê kesekî nakin, lê em hizira

olî ticarî napejirînin, hemû ol çi dibe bila bibe di baweriya me de dijminê mejiyê mirovan e, dijminê zanîn û pêşketinê ne. Em bang dikin hemû kurdên hizir azad û serfiraz ku beşdarî vê komê bibin, û reya gelê xwe ronî bikin, wek ku em zanin gelê kurd ji her gelî bêtir ketiye bin bandora olan û bi taybetî ola musilmantiyê, werin em bi hev re kurdên xwe ji musilmantiyê rizgarbikin, her wiha kurdên meyên îzdî ji tarîtiyê derxînin, û kesên file ( mesîhî) hebin em bidin xuyakirin ku derewên wan ne kêmtirî yên musilmanan in. Em Bêol û xwedênenasên Kurd wek tevgereke ramanî armancên me evin:
- Gotina xwedê ji ferhenga jiyana me derkeve.
- Hizir ji hemû bandorên olî bê rizgarkirin.
- Hemû vir û derewên olan bêne eşkerekirin, bitaybetî derewên musilmanan.
- Nirxên evîn û rastî û wekhevî û dadmendiyê li ser bingeha kurdayetî û hestên mirovatiyê bêne çandin û belavkirin di nava civaka kurdan de.
- mirov û xweza û zanîn û çand ji bo me bingeh in, lewre belavkirina van tiştan di nava ciaka kurdî de doza me ya yekemîn e.

Address

Kurdistan

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Bêol û Atîzmên Kurd / kurds Atheist / الملحدون الكورد posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Share