16/06/2026
Nûnertiya Kongra Star li Başûr serdana berpirsê beşa jinan ya Navenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Şaxa Germiyan) (keler) kir. Di çarçoveya vê serdanê de civîneke hat lidarxistin ku tê de rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê û astengên ku di warên cuda de bi wan re rû bi rû dimînin hate nirxandin.
Di dema civînê de, her du aliyan li ser girîngiya xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî û civakî de, û pêdiviya firehkirina beşdarbûna wan di pêvajoyên biryardanê de nêrîn û ramanên xwe guhertin. Her weha hat destnîşankirin ku ev yek dikare di parastina destkeftiyên jinan û bi hêzkirina cihê wan di civakê de alîkar be.
Ji bilî vê yekê, her du aliyan kampanyaya piştgirîkirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî nirxandin û girîngiya piştgirîkirina tekoşîna jina azad û rola pêşeng a YPJ'yê di parastina nirxên azadî, rûmet û mafên jinan de xuyakirin.
Di dawiya serdanê de, her du aliyan li ser girîngiya domandina diyalog û koordînasyona hevpar sekinîn, da ku karûbarên jinan were pêşvebirin û ruhê hevdayîniya jinan di hemû parçeyên Kurdistanê de were xurtkirin
زارت ممثلية مؤتمر ستار في باشور، مسؤولة قسم المرأة في مركز الاتحاد الوطني الكردستاني فرع كرميان ( كلار ) حيث جرى لقاء تناول أوضاع المرأة في باشور كردستان والتحديات التي تواجهها في مختلف المجالات.
وخلال اللقاء، تبادل الطرفان الآراء حول أهمية تعزيز دور المرأة في الحياة السياسية والاجتماعية، وضرورة توسيع مجالات مشاركتها في صنع القرار، بما يساهم في حماية مكتسباتها وترسيخ مكانتها في المجتمع.
كما ناقش الجانبان حملة دعم وحدات حماية المرأة (YPJ)، مؤكدين أهمية التضامن مع نضال المرأة الحرة ودور YPJ الريادي في الدفاع عن قيم الحرية والكرامة وحقوق المرأة.
وفي ختام الزيارة، شدد الطرفان على أهمية استمرار الحوار والتنسيق المشترك بما يخدم قضايا المرأة ويعزز روح التضامن بين النساء في مختلف أجزاء كردستان.