Komjin - Verband der Frauen aus Kurdistan e.V.

Komjin - Verband der Frauen aus Kurdistan e.V. Die erste kurdische Frauenorganisation in Deutschland. Sie ist offen für jede antifaschistische Frau, unabhängig von der politischen Überzeugung.

02/05/2026

PEYAM

Bo Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê!

Xuşkên hêja û tekoşer,

Em ji bo vexwendina we ya hêja spasiya xwe ya dilsozane radigihînin.
Bi rastî me dixwestin ku beşdarî konferansa we bibin, lê mixabin ji ber karê rexistinî derfetê me nîne

Xuşkên hêja,

Wekî ku wun jî baş dizanin, di vê demê de rewşa giştî ya gelê me di bin xetereyên mezin de ye. Dewletên dagirkerê Îranê û hêzên ku ew piştgirî dikin, hîn jî êrîşên xwe li ser axa Başûrê Kurdistanê didomînin. Ev êrîş bi armanca tunekirina destkeftên Başûrê Kurdistanê û dagirkirina wederê ye.
Her weha, êrîş li ser kampên penaberan ên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê cih digirin jî berdewam e. Di encama van êrîşan de, hin ji peşmergeyên jin şehîd bûn.
Ji ber vê yekê, em wek jinên Kurd ên ku li dîasporayê dijîn, xwe berpirsiyar dibînin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin. Girîng e ku em bi rêyên demokratîk, wek xwepêşandan, meş û çalakiyên dîplomatîk, dengê xwe bigihînin raya giştî û piştgirî ji wan bixwezin ji bo gelê xwe. d

Em wekî Yekîtiya Jinên Kurdistan li Almanyayê, ji konferansa we re serkeftinên mezin dixwazin.
Bi rêz û silavên germ ji bo hemû beşdarên konferansê.

Komjin – Yekîtiya Jinên Kurdistan li Almanyayê

01.05.2026

31/01/2026
22/01/2026

Achtung, Achtung ‼️

Liebe Freundinnen und Freunde,
liebe Kurdinnen und Kurden aus der ganzen Welt,
die aktuelle Eskalation in Rojava und im Iran bedroht Frieden, Demokratie & Menschenrechte.
Krieg, Repression und Gewalt treffen vor allem die Zivilbevölkerung - insbesondere Frauen und Kinder.
Aus Solidarität mit den aktuellen Entwicklungen in Rojava gehen Kurdinnen und Kurden in Europa und überall auf der Welt auf die Straße und machen entschlossen von ihren demokratischen Rechten Gebrauch. In diesen Protesten zeigt sich die Stärke unseres Volkes: vereint, entschlossen und getragen vom Geist der nationalen Einheit.
Unsere gemeinsame Stimme ist stark, wenn wir geschlossen auftreten. Jede Form von Gewalt oder Provokation schwächt jedoch unsere berechtigten Anliegen und bringt unserem Volk in Rojava keinen Nutzen. Deshalb lasst uns unsere Proteste würdevoll, friedlich und verantwortungsbewusst gestalten.
Mit Besonnenheit, Zusammenhalt und gegenseitigem Respekt setzen wir ein starkes Zeichen – für Gerechtigkeit, für Freiheit und für die Zukunft unseres Volkes.

Komkar Hamburg Hamburg KomkarKomkar StuttgartKOMKAR-KbhKomkar MünchenKomkar NRWKomkar UlmDie Kurden in Stuttgart الكورد في شتوتغارت - المانياKomjin - Verband der Frauen aus Kurdistan e.V.Komkar HarburgKomkar euKurdisches Kultur und Bildungszentrum Köln e.VCDUSPDBÜNDNIS 90/DIE GRÜNENtagesschauBildFriedrich MerzCSU (Christlich-Soziale Union)

AUFRUF ‼️‼️Liebe kurdische Patrioten und alle demokratischen Kreise,am 19. Januar reist der syrische Übergangspräsident ...
15/01/2026

AUFRUF ‼️‼️

Liebe kurdische Patrioten und alle demokratischen Kreise,
am 19. Januar reist der syrische Übergangspräsident Ahmed al-Shara nach Deutschland. Wir dürfen dazu nicht schweigen – lasst uns gemeinsam auf die Straße gehen und gegen diesen Besuch protestieren!

BANG

Kurdên hêja û tekoşer,

Di 19’ê Çile de serokê Sûriyê yê demkî Ahmed el-Şara serdana Elmanya’yê d**e.
Werin em bi hev re li dijî vê serdanê helves bigrin.
--
ÇAĞRI

Değerli Kürt yurtseverlere,

19 Ocak’ta Suriye’nin geçici devlet başkanı Ahmed el-Şara Almanya’yı ziyaret edecek.
Gelin hep birlikte bu ziyareti protesto edelim.

BundesregierungFriedrich MerzCDUCSU (Christlich-Soziale Union)SPDimBÜNDNIS 90/DIE GRÜNENTobias HuchRudawKurdistan24
14/01/2026

BundesregierungFriedrich MerzCDUCSU (Christlich-Soziale Union)SPDimBÜNDNIS 90/DIE GRÜNENTobias HuchRudawKurdistan24

Em erîşên dijminane yên li dijî Leyla Zana hatîye kirin, bi tundî şermezar dikin.Em li dijî heqaret û bêrûmetîyên ku di ...
18/12/2025

Em erîşên dijminane yên li dijî Leyla Zana hatîye kirin, bi tundî şermezar dikin.

Em li dijî heqaret û bêrûmetîyên ku di maça Bursasporê de li siyasetmedara jin a Kurd Leyla Zana hatine kirin, şermezar dikin.
Leyla Zana ne tenê siyasetmedarek e, lê di heman demê de têkoşerek jin ya Kurd e ku têkoşînên herî dijwar ên civaka me daye ser milên xwe. Ew bi têkoşîna xwe ya ji bo aştî û wekhevîyê îlham dide me hemûyan.
Ji ber vê yekê, em wekî Yekîtîya Jinên Kurdistanê KOMJIN, erîş û bêrûmetîyên ku li Leyla Zana hatine kirin wekî erîşekî li hemû Kurdan hatibe kirin dibînin.
Em erîşên dijminane yên li dijî Leyla Zana hatîye kirin, bi tundî şermezar dikin.
Divê werzîş têkiliyên dostaniyê û biratîyên di navbera alîyan de xurt bike, ne ku nefret û dijminatîyê bihulqîne.
Em bang li hemû rayedaran, bi taybetî Federasyona Futbolê ya Tirkiye´yê (TFF) dikin ku erkên xwe bicîh bînin, sûcdaran tespît bikin û cezayên pêwîst bidin.
Leyla Zana ne bi tenê ye.
18.12.2025
Yekitiya Jinên Kurdistan / KOMJIN

Roja salvegera Referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê pîroz be! Di dîroka gelan da hin rojê teybet û dirokî henê. Wek ...
24/09/2025

Roja salvegera Referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê pîroz be!
Di dîroka gelan da hin rojê teybet û dirokî henê. Wek tê zanîn di roja 25`ê Îlon 2017`an da, bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûmek pêk hat. Wê rojê gelê Kurdistanê bi îrada xwe ya azad çûn ser sandoqan. Di hilbijarinê da, ji % 93`ê yên hilbijêran gotin erê bo dewletbûna Kurdistanê. Di vê Referandumê da rola Serokê Herêma Kurdistanê bi rêz Mesud Berzanî û Hukumeta Herêma Kurdistanê jî cîyê şanazîyê ye.
Gelê Kurd bi hezarsalan li ser axa bav û kalên xwe jiyaye, lê bi sedsalan ji mafê xwe yên netewî bêpar maye, welatê wî ji aliyê hêzên koledar ve hatiye dagirkirin û perçe kirinê û ew di bin zilm û zordariya neyaran de maye.
Lê bila dijmin baş bizanibin ku dagîrkeriya wan wê, nikaribe îradeya gelê Kurd betal bike. Gelê Kurdistanê di referandûmê da îradeya xwe bi rêjeya % 93 daye xuyakirin. Ev îradeya mafekî herî xwezayî ya gelê Kurde û tu caran nayê betalkirin.
Îradeya gelê Kurdistanê di referandûma 25`ê Îlon 2017`an da, tapuya serxwebûna Kurdistanê ye. Tu hêz û alî, wê nikaribin pêşî li daxwaza rewa ya gelê Kurdistanê bigrên.
Ji ber vê yekê Referandûma 25`ê Îlon 2017`an di dîroka gelê Kurdistanê cîhek xwe yê taybet û girîng heye.
Bila salvegera Referandûmê pîroz be û Ala Kurdistanê herdem bilind be!
Bijî kurd û Kurdistan
25.9.2025
Yekitîya jinên kurdistan KOMJIN

Banga KOMJIN´ê: Dengê xwe bidin Bêrîvan Aymaz´êEm wek Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJIN, Bang li hemû Kurdên niştecîhên ba...
19/09/2025

Banga KOMJIN´ê: Dengê xwe bidin Bêrîvan Aymaz´ê

Em wek Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJIN, Bang li hemû Kurdên niştecîhên bajarê Kolnê dikin ku di roja 28´ê îlonê biçin ser sindoqan û bo şaredariya bajarê Kolnê dengê xwe bidin Keça Kurd a Kurdperwer Bêrîvan Aymaz´ê.

Bêrîvan Aymaz, keçek jîr û jêhatiye, ji malbatek welatparêz e. Şansê serketina Bêrîvanê gelek e. Eva cara yekem me ku derfetek wisa bi dest dixe û divê em vê derfetê bo serketinê bikar bînin.

Koln yek ji wan barê herî mezin yê Almanyayê ye û li dor 250–300 hezar Kurd lê dijîn. Divê Kurd di roja 28´ê Îlonê de, bîr û bawerîyên wan yên siyasî û olî çi dibe bila bibe, wê rojê tenê Kurd bin. Dengê xwe bidine namzeta xwe Bêrîvan Aymaz´ê.

Jin Jine Çi Jine Çi Mêr e!

Kurdno, jin û ciwanên Kurd, di roja 28´ê Îlonê bi dengê xwe re dengê der û dora xwe, dengê dost û hevalên xwe jî bi xwe re bînin bo Bêrîvan Aymaz´ê.

Jin Jiyan Azadî, Bêrîvan Aymaz

19.09.2025

Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJIN



KOMJİN’DEN ÇAĞRI: OYLARIMIZI BÊRÎVAN AYMAZ’A VERELİM!

Kürdistan Kadınlar Birliği (KOMJİN) olarak, Köln şehrinde yaşayan tüm Kürtleri 28 Eylül günü sandık başına gitmeye ve Köln belediyesi 2. tur seçimlerinde oylarını Kürt kızı Bêrîvan Aymaz’a vermeye davet ediyoruz.
Bêrîvan Aymaz, zeki, yetkin ve vatansever bir aileden gelen bir kadın siyasetçidir. Bêrîvan’ın kazanma şansı oldukça yüksektir. İlk kez böyle bir fırsatı elde etmiş bulunuyoruz ve bu fırsatı oylarımızla başarıya dönüştürmeliyiz.
Köln, Almanya’nın en büyük şehirlerinden biridir ve yaklaşık 250-300 bin Kürt bu kentte yaşamaktadır. 28 Eylül günü, siyasi veya dini inançlarımız ne olursa olsun, sadece Kürt kimliğimizle hareket etmeli ve oylarımızı Bêrîvan Aymaz’a vermeliyiz.
Kürtler, Kürt kadınları ve gençleri; 28 Eylül günü oylarınızla birlikte çevrenizi, dostlarınızı ve arkadaşlarınızı da Bêrîvan Aymaz’a oy vermeleri için teşvik edin.
Jin, Jiyan, Azadi! Bêrîvan Aymaz!
KOMJIN-Kürdistan Kadınlar Birliği
19.9.2025

Porê Delala Min Reş e!Li se kuştina Jîna Amînî sê sal derbas bû.  Keça kurd Jîna di 23 salî ya xwe de, ji aliyê polîsên ...
16/09/2025

Porê Delala Min Reş e!
Li se kuştina Jîna Amînî sê sal derbas bû. Keça kurd Jîna di 23 salî ya xwe de, ji aliyê polîsên qaşo” exlaqî” yên li Îranê ve, li Tehranê hate kuştin.
Mirina Jîna yê li Kurdistanê bû sebeba protestoyên girseyî li Kurdistana Rojhilat û seran serê Îranê. Her weha li diyasporayê jî xwepêşandinin mezin çê bûn. Gelek welatan siyasetmedarên Ewrûpî û Amerîkanî beşdarî li xwepêşandanan bûn û li hember kiryarên ne mirovane ya rejîma xwînrij a Îranê, nerazîbûna xwe nîşan dan û kuştina Jîna´yê şermezar kirin.
Şehîdbûna Jîna yê, bû dirûşmek bo vejîna jinan li hemû Cîhanê, ango Jin- Jîyan- Azadî bû dirûşmek Cîhanî. Li jêr dirûşma, Jin- Jîyan- Azadî yê, rejîma Îranê li hemû cîhanê hate şermezarkirin.
Şehîdbûna Jîna Amînî, bû tevgêrek Cîhanî li dijî rejîma Îslamî ya Îranê û bû sebeba vejînek girîng ya Jinê Kurd û gelek jinan li Cîhanê, ku daxwaza Azadî û mafê jiyanê bilind kirinê.
Jîna Amînî jî wek Leyla Qasim û Margerêta û gelek jinên qehreman yên bê nav, bû sembola berxwedana Jinên Kurd.
Em, Yekitiya Jinên Kurdistanê KOMJIN, di salvegera şehîdbûna Jîna Amînî de wê û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin. Em carek din jî rejîma îranê şermezar dikin.
JIN-JIYAN - AZADÎ
KOMJIN- Yekitiya Jinên Kurdistanê
16.09.2025

8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN CÎHANÎ PÎROZ BE! 8´ê 8’ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan li hemû jinên cîhanê û bi taybe...
06/03/2025

8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN CÎHANÎ PÎROZ BE! 8´ê

8’ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jîyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.
Mafê jinan di civakê de mafekî sereke ye, ew dayika mirovatîyê ye! Di dîroka mirovatîye de jin di civakê de bingeha tovê mirovatîyê ye. Mafê jinê pêwîste bi her awayî di asta wekhevîyê de be,ne kêmtîrîn ji ê mêran be. Kurdistan welatekî bindest, dagirkirî û hemû alîyan de hatîye parçekirin. Di vê wateyê de barê herî giran jî ketîye li ser milê jinên Kurd. Hemû êşên ku ji ber dagirkerî û êşên şer yê bênavber, barekî mezin xistîye ser milê jinên Kurd. Jin li Kurdistan’ê bûne dayîkên êş, elem û azaran. Jinên Kurdistan’ê ne tenê ji bo mafê xwe, ji bo serxwebûna welat û azadîya gelê xwe jî her daim têkoşîn pêkanîne û bedelê giran dane. Jinên Kurd her tim di tevgera azadîya netewî de roleke girîng lîstine û di şoreşan de faktorên girîng û serfirazîya pêşmergeyan bû ne.
Di despêkde Birêz Leyla Qasim û bi hezaran jinên Kurd ên qehreman li Başûr, li Bakur, li Rojhilat û Rojavayê Kurdistan’ê bi helwesteke niştimanperwerî, di têkoşîna netewî de bûne pêşeng û di hemû qadên jîyanê de mafên demokratîk û netewî bilind kirine. Ji qada şer bigire heta qadên hunerî, siyaset û dîplomasîyê û li hemû qadan pêşengên têkoşîna azadiyê çalak bûne. Li dijî asîmîlasyona dewletên dagirker, tevî hemû kiryarên dijminan, bûne kela parastina çand û zimanê Kurdî. Îro jî jinên kurd di qadên jîyanê yên cuda de bi pêş ketine û xwe îspat kirine, di pêkanîna erkên xwe de serketî bûne û bûne pêşeng, di nav gelek qadên xebatan de xwedî biryardarin. Endamê parlametoyan´in, rêvebirin partî û sendîkayên karkeranin.

Em hêvîdarin ku jin û keçên Kurd dinava Partiyanda bi piranî cîh bigirin û dewra xwe ya dirokî di avakirina jîyanekî serfiraz, pêşkeftî, wekhev û Kurdistanek’î azad û serbixwe da pêk bînin. Hêz û partiyên kêm jin, bê hêzin û lawazin. Bê azadîya jinê tu civakek azad nabe û pêş nakeve.

Bijî 8´ê Adarê roja Jinan ya Cîhanê!

Bijî tekoşîna jinên Kurdistan’ê

Adresse

Gathe 6
Wuppertal
42107

Benachrichtigungen

Lassen Sie sich von uns eine E-Mail senden und seien Sie der erste der Neuigkeiten und Aktionen von Komjin - Verband der Frauen aus Kurdistan e.V. erfährt. Ihre E-Mail-Adresse wird nicht für andere Zwecke verwendet und Sie können sich jederzeit abmelden.

Teilen