Kurdische Gesellschaft für die Vereinten Nationen e.V.

Kurdische Gesellschaft für die Vereinten Nationen e.V. Almanya'nın başkenti Berlin'de Birleşmiş Milletler Kürt Toplumu Derneği (Kurdische Gesellschaft für die Vereinten Nationen e.V. UNA-Kurd) UNA - Kurd kurul

Hûn bi xêr hatin! - Herzlich Willkommen! Pêşgotin

Xwendevanên hêja,

Ji sedsalan û vir de ye ku gelê kurd ji bo azadîya xwe û azadîya welatê xwe şer d**e û têdikoşe. Lê dijminên wî her tim bi komkujî, zilm, sirgûn û koçberî, bê cih û war hêlan û bi heqaretan bersiva kurdan daye û dide. Le belê, miletekî bi qasî kurdan hewqas mezin û bê dewlet û bê destek û ji mafên xwe yên herî rewa bê par mabe

, kêm peyda bûye ku nehatibe qebûlkirin. Bi ser de jî dewletên ku kurd lê hene, heta niha çi ji destê wan hatibe kirine da ku şerê kurdan yê azadîyê krîmînalîze û tecrîd bikin. Kêşeya nasîna gelê kurd ku hîn çareser nebûye, li konferans û platformên navneteweyî (wekî mînak li yên RNY, YE û NATOyê) kêm caran dibe mijar. Qirkirina Helebceyê (1988) ku digel sîlehên din, gazên jehrî jî hatin bikaranîn û bi darê zorê kirina der ya kurdan ji Iraqê îstîsnayek bû. Maf û daxwazên kurdan tu carî bala rêxistinên navneteweyî nekişandin ser xwe. Dîsa jî gelê kurd nexasim di nakokîyên sîyasî yên li Rojhilatê Nêzîk de, wekî mînak li Iraq, Sûrîye û li Tirkîyeyê her diçe bi roleka mezin ya dîyarker dileyîze. Ji ber vê yekê jî êdî dem e ku meriv mafên însanî yên gelê kurd bixe rojeva navneteweyî. “Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî - UNA-Kurd e.V” ya ku ji alîyê me ve hatî damezrandin, wê bi awayekî aştîxwaz û bixwebawer berê xwe bide civaka navneteweyî da ku pirsgirêkên gelê kurd ên civakî, çandî û sîyasî yekser û ji destê yekem pêşkêş bike. Ji bo vê yekê, armanca me wek kurd ewe ku em hejmara endamên xwe zêde bikin û piştgirî ji komên herêmî bigirin. Herweha bi saya vê yekê kurd bikaribin der barê xebatên Neteweyên Yekgirtî de hem bibin xwedî agahî û hem jî vê agahdarîyê yekser bikaribin bi sazî û rêxistinên têkildar re parve bikin. Lewre ji bo ku em bikaribin van armancên xwe pêk bînin em dê bi ew kesên ku di rayagiştî de tên naskirin re di nava hevkarî û şêwirmendîyê de bin û dezgeh û sazîyên navnetewî serwext bikin.

Û heta Ji bo vê yekê em civateka çavdêr (kûratoryûmekê) ava dikin ku têde kesên di qada navneteweyî de jî tên naskirin werin cem hev da ku çareserîya pirsa kurdî bi pêş bixin. Em hêvîdar in ku hûnê jî xwedî li van armanc û karên komeleyê derkevin û em ji niha ve şad in bi tevahîya hevkarî û danûstendinên bi we re. UNA-KURD

Adresse

Schiffbauerdamm 40, Büro 6402
Berlin
10117

Benachrichtigungen

Lassen Sie sich von uns eine E-Mail senden und seien Sie der erste der Neuigkeiten und Aktionen von Kurdische Gesellschaft für die Vereinten Nationen e.V. erfährt. Ihre E-Mail-Adresse wird nicht für andere Zwecke verwendet und Sie können sich jederzeit abmelden.

Die Organisation Kontaktieren

Nachricht an Kurdische Gesellschaft für die Vereinten Nationen e.V. senden:

Teilen