SOMB - Kurdî

SOMB - Kurdî Projeya “Pira Medyaya Civakî (SOMB)” li ser platformên medyaya civakî, bi 7 zimanan agahî û şêwirmendiyê li ser karkirina li Almanyayê dide penaberan.

Projeya bi navê SoMB; “Pira Medyaya Civakî”, beşeke projeya “Pir – Tora Berlinê ya ji bo Mafê Mayînê: Helwestên Nû yên ji bo Entegrasyona Penaberan” e. Ev tora projeyê, ji aliyê Wezareta Xebat û Karûbarên Civakî ya Federal a Almanyayê û Fona Civakî ya Yekîtiya Ewropayê ya li Almanyayê ve tê fînansekirin; wekî beşeke bernameya federal a bi navê “WIR – Toreyên ku Penaberan di Piyaseya Xebatê ya Herê

mî de Entegre Dikin”. Armanca projeya SoMBê, ku projeyeke pîlot e di çarçoveya bernameya WIRê de tê meşandin, ew e ku ji bo penaberên li Almanyayê nêzîkatiyên şêwirmendiyê bi awayê piştgirî û, agahdariya li ser medyaya civakî peyda bike, biceribîne û bicîh bîne. Di nav çarçoveya projeyê de, zimanekî gelek hêsan di hemî mijarên şêwirmendiyê de tê bikar anîn. Proje bi zimanên Almanî, Erebî, Farisî, Ûkraynî, Rûsî, Îngilîzî, Frensî, Kurdî û Tirkî xizmetê dide. Ekîba projeyê, xebatên xwe li gorî qanûna parastina agahiyên şexsî dikin bi rêya kom û kanalên li ser platformên civakî yên wekî Facebook, Instagram, Youtube û Telegram ku ji aliyê penaberan ve hatine avakirîn. Di vê projeyê de hemû penaber dikarin di derbarê projeyên din ên WIRê û xizmetên piştgiriyê de agahdarî û pêşniyaran bigrin. Di çarçoveya vê projeyê de, pêşiya agahiyên şaş yên li ser medyaya civakî tê girtin û bi taybetî, bi vî awayî piştgiriya komên armanckirî tê kirin ku ji teref WIRê hê nehatine gihîştin. Herwiha, projeya SoMBê, bi rêya afirandina torên nû, perwerdehî, piştgirî û pirtûkçeyan piştgirî dide pêşveçûna qabiliyetên onlayn yên torên projeya WIRê yên li Almanyayê. Di heman demê de ev proje di asta neteweyî û navneteweyî de hem çalakiyên têkiliyên giştî hem jî afirandina torên nû jî pêk tîne. Projeya pîlot ya bi navê “Pira Medyaya Civakî”, beşeke projeya “Pir – Tora Berlinê ya ji bo Mafê Mayînê” ye.

Adresse

Alt-Reinickendorf 25, Berlin, Germany
Berlin
13407

Benachrichtigungen

Lassen Sie sich von uns eine E-Mail senden und seien Sie der erste der Neuigkeiten und Aktionen von SOMB - Kurdî erfährt. Ihre E-Mail-Adresse wird nicht für andere Zwecke verwendet und Sie können sich jederzeit abmelden.

Die Organisation Kontaktieren

Nachricht an SOMB - Kurdî senden:

Teilen