19/08/2026
Şandek ji komela Dostaniya Almanî-Sûrî li Meissen bi serokê şaredariyê re hevdîtin kir
Di roja duşemê 17.08.2026an, şandek ji komeleya Dostaniya Almanî-Sûrî li bajarê Meissen bi serokê şaredariyê re birêz Markus Rene re hevdîtin pêk anî, da ku pîrozbahiya wî bike bi mebesta serkeftina wî di hilbijartinên şaredariyê de.
Şand ji Iqbal Dawid serokê komelê û Cewad Elî endamê rêveberiya komeleyê pêk hat.
Di destpêka hevdîtinê de, serokê komeleyê Iqbal Dawid li ser pêşveçûnên dawî li Kurdistanê axivî, û bal kişand ser gefên Îranê û êrîşên ku li herêmê hatine kirin.
Û di nav de li ser êrîşa nivîsgeha serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, ku bi dronekê hatibû ermanckirin.
Her wiha Dawid li ser rewşa komelê û çalakiyên wê axivî, û tekezî da piştgiriya komelê, ta ku karibin workshop organîze bikin.
Û bernameyên li dijî ramana tundrew pêk bînin, ji bo parastina zarok û ciwanan ji metirsiya tundrewiyê. Û xurtkirina nirxên hevjiyana aştiyane û têghiştin di nav civakê de.
Û ji aliyê xwe ve serokê şaredariyê birêz Markus Rene piştgiriya xwe ji gelê Kurd re da xwiyanî kirin , û di heman demê de êrîşên li ser nivîsgeha serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Wî her wiha amadebûna xwe ji bo berdewamkirina piştgiriya komeleya Dostaniya Almanî-Sûrî li Meissen ragihand, lê ligor derfetên şaredariyê.
Her wiha piştgiriya diyalog, danûstandin û karê hevbeşiyê kir.