Kurds of Canada

Kurds of Canada Rûpela alîkarî û parvekirina Kurdên li Kanadayê dijîn

Parastina zimanê Kurdî û li hev nizîkkirina zaraveyên wê, yekbûna me ya neteweyî xurttir d**e!Loma, bila hemû rojên salê...
05/15/2024

Parastina zimanê Kurdî û li hev nizîkkirina zaraveyên wê, yekbûna me ya neteweyî xurttir d**e!
Loma, bila hemû rojên salê roj û cejna zimanê kurdî be
Bi şêweyekî sembolîk rojên 14, 15 û 16 ê gulanê weke cejna zimanê Kurdî hatiye naskirin. Gelê me bi aheng û şahî van rojên zimanê Kurdî bibîr tîne. Bi vê helkeftê em wek Civaka Kurd a Kanadayê cejin û rojên zimanê kurdî pîroz dikin û bila hemû rojên salê bibine roj û cejna zimanê Kurdî.
Zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê de nasname û sedemeke jibo man û hebûna gelê me ye. Jiber ku zimanê me xwedî taybetmendîya rêzimana zimanê xwe ye û li hember wan êrîşên ku ser gelê kurd hatine kirin, zindîtî û resentîya ziman bi hêztirîn çekê karîgerê parastin û berevanîyê bûye.
Parvekirina axa Kurdistanê piştî şerê cîhanî yê yekem, dewlet û neteweyên serdest (Êran,Tirkiya, Sûriya û Iraq) siyaseta înkarkirina ziman û hewlên bişavtina neteweya kurd peyrew kirin. Lê li hember wê li bakur, başûr, rojava û rojhelatê Kurdistanê xebat û tekoşînên bênavber dan meşandin. Kovar û rojnameyên cor bi corên bi zimanê kurdî derxistin ku rola wan di zindîhiştina ziman û parastina taybetmendiyên neteweyî da hebûn.
Mixabin heta roja îro li Tirkiya û Êranê Kurd ji wan mafên gerdûnî û yasayiyên bikaranîna zimanê xwe yê dayikê bê par mane. Sererayîfişarên berdewam û nebûna derfetên bikaranîna zimanê şîrînê Kurdî li Tirkiya û Êranê, bi hewl û xebatên kedkar û zimanhezên Kurd, Îro zimanê me di astekî bilind de ye û têkelî dinyaya pêşkeftî ya teknelojiya serdem bûye, qonaxên metirsîdar pir baş jî derbaz kirine û sûd ji amorên elektronî wergirtin e.
Di vê boneya taybet da, em spas û pêzanînan ji bo hemû hewl û têkoşîna takekesî û sazîyiyên ku di vîwarî da ked dane dikin.
‏Cejna Zimanê Kurdî pîroz be û em hêvî dikin ku zimanê me her dem di asta zimanên cîhanê de parastî bimîne
Giyanê cangorî, pêşeng û perwerdekarên zimanê Kurdî hemû parêzvanên ziman û peyva resena Kurdî şad be!

Address

Toronto, ON
M2R

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Kurds of Canada posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Share