27/08/2026
Kurdî / عربي
Komeleya AVA ya Geşepêdanê bi xwendekarên xwe yên serkeftî yên asta yekem a kursa zimanê Kurdî şa dibe
Di 29ê Tîrmehê û 1ê Tebaxê de, Komeleya AVA ya Geşepêdanê bawernameyên zimanê Kurdî li xwendekarên ku bi serkeftî ezmûnên asta yekem a kursa zimanê Kurdî ya ku ji aliyê komeleyê ve tê lidarxistin derbas kirine, belav kir. Hejmara wan 62 xwendekar, keç û kur bûn.
Xwendekar niha li cem komeleyê di asta duyem de rêwîtiya xwe ya perwerdehiyê didomînin, bi armanca pêşxistina şarezayiyên xwe û kûrkirina zanîna xwe ya zimanê dayikê.
Piştî derbaskirina asta yekem, xwendekar bingehên zimanê Kurdî fêr dibe û di çend şarezayiyên bingehîn ên zimanî de, di nav de xwendin, nivîsandin, goftûgo û rêzimana giştî, pêş d**eve. Ev yek jî wî amade d**e ku bi bawerî û zanîneke zêdetir derbasî astên bilindtir bibe, di bin çavdêriya mamosteyên hêja:
Mamoste Renda Osman
Mamoste Xweşnav Moskola
Malbata Komeleya AVA ya Geşepêdanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwendekarên xwe yên serkeftî d**e û ji wan re serkeftin, pêşketin û biserketina zêdetir di astên pêşerojê yên fêrbûna zimanê Kurdî de dixwaze.
Hînkirin û parastina zimanê me berpirsiyariyek e ku em pê serbilind in, û gaveke bingehîn e ji bo xurtkirina nasname û çanda me û veguhastina wan ji nifşên bê re.
Zimanê me nasnameya me ye..
Bi zanînê em welat ava dikin..
جمعية آفا التنموية تحتفي بطلابها الناجحين في المستوى الأول من كورس اللغة الكوردية
خلال يومي 29 تموز و1 آب، قامت جمعية آفا التنموية بتوزيع شهادات اللغة الكوردية على الطلاب الذين اجتازوا بنجاح امتحان المستوى الأول من كورس اللغة الكوردية الذي تقيمه الجمعية والبالغ عددهم 62 طالبًا وطالبة.
ويواصل الطلاب حالياً رحلتهم التعليمية في المستوى الثاني لدى الجمعية سعياً إلى تطوير مهاراتهم وتعزيز معرفتهم بلغتهم الأم بإشراف المدرّسين الكرام:
الآنسة رندا عثمان
الأستاذ خوشناف موسكولا
بعد اجتياز المستوى الأول، يكون الطالب قد اكتسب أساسيات اللغة الكوردية وتمكّن من مجموعة من المهارات اللغوية الأساسية، بما في ذلك القراءة والكتابة والمحادثة والقواعد اللغوية العامة، بما يؤهله للانتقال إلى المستويات الأعلى بثقة ومعرفة أكبر.
تتقدم أسرة جمعية آفا التنموية بأحر التهاني والتبريكات لطلابها الناجحين متمنيةً لهم دوام النجاح والتفوق، ومزيدًا من التقدم في المستويات القادمة من تعلم اللغة الكوردية.
إن تعليم لغتنا والحفاظ عليها مسؤولية نعتز بها، وخطوة أساسية في تعزيز هويتنا وثقافتنا ونقلها إلى الأجيال القادمة.
لغتنا هويتنا ..
بالعلم نبني الأوطان ..